Fîlmê derhênerê Kurd xelata filmê duyem sitend

Fîlmê derhênerê Kurd xelata filmê duyem sitend

PeyamaKurd Fîlmê derhênerê Kurd Yilmaz Ozdîl ê bi navê ‘Barê Giran’ di pêşbirka navnetewî ya Yunus Emre de xelata filmê duyem sitend.

Fîlmê ‘Barê Giran’ herî dawî di Pêşbirka Fîlman a Yunus Emre de ku pêşbirkeke navnetewî ye, xelata duyem bi dest xist.

Herwiha di heman pêşbirkê de fîlmê derhênerê Îranî Reza Fehimî ya bi navê 'White Clad' bû fîlmê yekem.

Hêjayî bibîrxistinê ye, Barê Giran beriya niha jî di 8emîn Festîvala Fîlm a Navdewletî ya a New Yorkê de hatibû xelatkirin û yek ji kurtefilmên Kurdî ye ku herî zêde xelat bi dest xistine ye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin