Guldexwîn çiyayê Helqîs û Meretoyê dixemilînin

Guldexwîn çiyayê Helqîs û Meretoyê dixemilînin

PeyamaKurd – Li navça Sason a bi ser Batmanê di demsala Baharê de gulên guldexwîn çiyayê Helqîs û Meretoyê bi rengê xwe yê xweş çiyayan dixemilînin.

Li gor qanûnan; gulên guldexwînê di bin parastina dewletê de ne û kes nikare wan biçine an zerarê bide wan.

Her kî zerarê bide gudexwînan an wan biqurmiçîne dewlet cezayê pere heya 15 hezar dolarî (700 hezar TL) dikare bide wan.

Guldexwîn bi eksa gulên din pelên xwe ber bi jêr de vedikin û heya 75 cm.yan bilind dibin.

Guldexwîn li çiyayê Helqîs û Meretoya Sasonê, li çiyayê Dorşîna Pasûrê û li çiyayên Hekkariya di Baharê de çêdibin.

Guldexwîn jî weka nesrînan nadîde ne û nayên dîtin. Guldexwîn çawa ber bi jêr de gula xwe vedike, nesrîn jî di meha Sibatê de pelên xwe vedike û di Baharê de dibire.