Ji bo 86 hezar xwendekarên dersên bijarte pirtûkên Kurdî nehatin dabeşkirin

Ji bo 86 hezar xwendekarên dersên bijarte pirtûkên Kurdî nehatin dabeşkirin

PeyamaKurd - Di ser vekirina dibistanan re mehek derbas bû, lê xwendekarên ku li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê dersên bijarte yên Kurdî (Kurmancî û Kirmanckî) hilbijartine, hîn jî bê pirtûk û materyal in.

Digel ku pirtûkên hemû dersên din ji aliyê Wezareta Perwerdeyê ve belaş hatine belavkirin, xwendekarên 321 dibistanan ên li 16 parêzgehan neçar in bi fotokopiyan dersên xwe bixwînin.

Serokê Komîsyona Perwerdeya Kurdî ya Şaxa Amedê ya Memûr-Senê Hudaî Morsûmbûl eşkere kir ku li 14 parêzgehan hîn ti pirtûkên Kurdî nehatine belavkirin û ev rewş wekî "şermeke mezin" bi nav kir.

Wezareta Perwerdeyê sedema derengketinê bi pirsgirêkên teknîkî yên karekodan ve girêdide, lê sendîka û saziyên ziman destnîşan dikin ku heman pirsgirêk di nava du hefteyan de ji bo dersên din hatiye çareserkirin û tenê pirtûkên Kurdî hatine paşguhkirin.

Damezirênerê HEZ KURDê Suphî Ozgen jî bal kişand ser astengan û xwest ku êdî perwerdeya Kurdî bibe derseke neçarî.

Her wiha li gorî amaran, digel ku 86 hezar û 64 xwendekaran dersên Kurdî hilbijartine, li seranserê welêt tenê 153 mamosteyên Kurdî hatine tayînkirin.