Qesra Sipî: Birayara dawî nehat dayîn

Qesra Sipî: Birayara dawî nehat dayîn

PeyamaKurd-Berdevka Qesra Sipî Sarah Sanders ragihand ku di bin serokatiya Trump de, bi rojeva Sûriyê civîn hat kirin lê di konseya ewlekariyê (NSC) de biryara dawî nehat dayîn.

Di dawiya civînê de berdevka Qesrê Sarah Sandesr nivîskî peyamek da û got ku tîma NSCê bo axaftina li ser Sûrişyê hatine cem hev. Sanders di beyana xwe de weha got:

“Serok li ser Sûriyê civîna xwe ya bi konseya ewlekariyê re hêj nû qedand. Birayara dawî nehat dayîn. Em li ser raporên îstîxbaratê lêkolînên xwe dewam dikin. Bi hevkar û ortaxên xwe re hevdîtinan dikin. Wê serok vê êvarê bi serokê Fransa bi Macron û serokwezîra Brîtanyayê bi May re biaxife.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin