Kovara Zrîngê dest bi wesanê kir!

Kovara Zrîngê dest bi wesanê kir!

PeyamaKurd- Kovara kurdî "Zrîng" ku edîtoriya wê Karîkaturîst Dogan Guzel dike, îro derket.

Kovara kurdî "Zrîng" ku pevxistin, vegotin û rengê xwe yê dîtbarî afirand û bi xêzê çîrokan vebêje, dest bi weşana xwe kir. Kovara ku edîtoriya wê Karîkaturîst Dogan Guzel dike, ji 32 rûpelan pêk tê û ji mehê carekê bê weşandin.

KOVAR LI VAN BAJARAN DÊ BÊ BELAVKIRIN

Kovara ku îro derket dê li Fûara Pirtûkan a Amedê ji standin weşanxane, komel û weqfên mîna Aryen, Pirtûka Kurdî, Ar, Ava, MED-DER û Weqfa Mezopotamyayê bê peydakirin. 

Her wiha dê li bajarên mîna Amed, Wan, Êlih, Mêrdîn, Agirî, Dersim, Çewlik, Şirnex, Riha, Stenbol, Îzmîr, Enqere, Edene û Mersînê bê belavkirin.  

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin