PeyamaKurd – Li bajarê Amedê li navçên wê, her diçe çandiniya darên fistiqan zêdetir dibe. Kesên ku darên xwe zû çandine, êdî dikarin berhemên fistiqan bixwun û bifroşin bazara Kurdistanê, Tirkiyê û hem dinyayê.
Îsal, cotyar bende ne ku li dora hezar ton fistiq bi dest bixin. Hilberîner û pisporên fistiqan dibêjin ku cûreya fistiqan ya herî baş ku li gor kêş û hewa herêmê, cûreya fistiqên Sêrtê ye.
Fistiq, êdî dibe dahatekî bingehîn ji bo hilberîneran. Li Amedê li navça Çêrmûkê kesê bi navê Mahmut Akkılıç tesîsa bi’îvan û fistiqan daniye û hişyariyê daye hilberîneran. Akkılıç dibêje ku fistiqan zû neçinînin. Dema fistiq xwe tije nekin, nabe ku biçinin ji ber giraniya wan kêm dibe û dibe zerar ji bo cotyaran. Li Çêrmûkê her sal li dora 500-1000 tone fistiq tê hilberîn.
Li gelek deverên din yên Amedê jî, xelk darên fistiqan çandine û di salên pêş de dê fistiq bibin dahata esasî ji bo malbatan. Niha hedef 1 milyon darên fistiqa ye.