Li Luxemburgê bawernameyên zimanê Kurdî dayîn

Li Luxemburgê bawernameyên zimanê Kurdî dayîn

PeyamaKurd - Li paytexta welatê Luxembourgê ji bo pîrozkirina serkeftina hejmarek zarokên Kurd ên ku salekê perwerdeya zimanê dayikê dîtine, merasîmeke taybet hat lidarxistin.

Li gorî nûçeya K24ê ev kursa salane ya fêrbûna xwendin û nivîsandina Kurdî ji aliyê rêxistina "Roj-Lux" ve bi hevkariya mamosteyên dilsoz hat birêvebirin û di dawiyê de bawernameyên serkeftinê pêşkêşî zarokan hatin kirin.

Di merasîma ku malbat û nûnerên saziyan amade bûn de, bavê xwendekarekê Hiwa Melazade bal kişand ser parastina ziman li penaberiyê û diyar kir ku ziman nasname ye û eger ziman nebe mirov nayê naskirin.

Serpereştiyarê çalakiyê Bozan Ehmed jî destnîşan kir ku 5 mamosteyan di tevahiya salê de ders dane û armanca wan a bingehîn ne tenê fêrbûna tîpan, lê belê avakirina peywendiyeke xurt a zarokan bi çand û raboriya wan re ye.

Di merasîmê de, mamosteyê zanîngehê Amîr Tahir li ser pêwendiya di navbera ziman û kesayetê de û diyar kir ku ev kurs bingeha kurdbûnê di dilê nifşên nû de xurt dikin.

Berpirsê Konsulxaneyê li Nûnertiya Hikûmeta Herêmê ya li Fransayê Rewez Dilawer jî li wir amade bû û ragihand ku wekî Hikûmeta Herêma Kurdistanê, ew girîngiyeke taybet didin fêrbûna ziman û lêkolînên li ser çandê yên li dervayî welat.