PeyamaKurd - Rêveberê cîh û warên dîrokî yê bajarokê Mêrgesorê Soran Emîr ragihand ku heta niha 200 şûnwarên dîrokî li sînorê Mêrgesor a girêdayî îdareya serbixwe ya Soran a parêzgeha Hewlêrê hatine dîtin.
Soran Emîr daye xuyakirin, derveyî 200 cuh û warên dîrokî yên hatine dîtin, pêşbînî tê kirin ku gelek cihên din jî li vî sînorî hebin.
Li gorî nûçeya BasNewsê Soran Emîr daye zanîn: “Arkeologên cîhanê bi alîkariya hikûmeta herêma Kurdistanê û rêveberiya giştî ya cih û warên dîrokî, lêkolîn li ser cih û warên wek şikefta Şanedar û Zeviya Çemê kirine û çend parçeyên dîrokî û hêstiyên mirovan hatine dîtin.
Soran Emîr diyar kiriye, arkeologên Zanîngeha Cambridge a Brîtanyayê dixwazin destpêka meha Adara sala bê vegerin û dest bi lêkolînan li devera Barzan bikin, ku ev du sal in ji ber vîrusa koronayê karên xwe dane rawestandin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin