PeyamaKurd – Li bajarê Semsûrê yê Bakurê Kurdistanê, kiloxên 27 kesan ên dîroka wan digihe 1600 sal berê ku ji nav mezelên tehtî hatine derxistin, hatin dîtin.
Hat ragihandin ku Tîmên Cendermeyên navçeya Golbaşi ya Semsûrî, piştî agahdarkirina kolandina qaçaxî rayedarên muzexaneyê jî agahdar kirine û çûne cihê kolandina hatiye kirin.
Hat diyarkirin ku 27 kiloxên ji goran hatine derxistin hatine dîtin û di encama lêkolînan de derketiye holê ku yên serdema Romayê ne û ew kiloxên mirovan ji aliyê rayedarên muzexaneya Semsûrê ve hatine rizgarkirin.
Herwiha ji bilî wan kiloxan di mezelên tehtî de, hejmarek alav û berhemên dîrokî û şûşeyên şikestî yên hêsiran jî hatine dîtin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin