Li Dihokê zêditirî 1600 proje hatin bicihkirin

Li Dihokê zêditirî 1600 proje hatin bicihkirin

PeyamaKurd - Di Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê de zêdetirî 1600 proje li parêzgeha Dihokê hatine cîbicîkirin û rêjeya temambûna projeyan li wê parêzgehê ji %80 derbas bûye; herwiha daxwazî arasteyî Serokê Hikûmetê hatiye kirin ji bo temamkirina wan projeyên xizmetguzariyê yên ku ji ber qeyrana darayî û nebûna nextîneyê karên wan rawestiyane.

Cîgirê Parêzgarê Dihokê Macid Seyid Salih ragihand, piştî serdana Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ya bo parêzgeha Dihokê, çendîn daxwazî arasteyî Serokê Hikûmetê hatine kirin, ku ya herî diyar temamkirina wan projeyên netemamkirî ye ku ji ber nebûna nextîneyê û xercnekirina pareyê kompaniyên belênder karên wan rawestiyane.

Cîgirê Parêzgarê Dihokê bal kişand ser ku projeyên rawestiyayî di çendîn sektorên cuda de ne, wekî perwerde, rê, averêj û tenduristiyê, lê temamkirina çend dibistanan û projeyeke rêûbanê di rêza pêşîn a karan de ne û pêwîst e lez di temamkirina wan de were kirin.
Derbarê destkeftên Kabîneya Nehem li wê parêzgehê de, Macid Seyid Salih eşkere kir ku di serdema vê kabîneyê de 1600 proje di warên curbicur de li Dihokê hatine cîbicîkirin û zêdetirî %80 ji projeyan hatine temamkirin.

Salih da zanîn ku di heman demê de çendîn projeyên din ên stratejîk jî di qonaxa cîbicîkirinê de ne, di nav wan de:
- Projeya rêya cotsayd a Baedrê û Êtîtê ku %70 ji karên wê temam bûye.
- Projeya Parka Alûkayê.
- Projeya ava Berdereşê ku ava 80 gundan dabîn dike.
Herwiha çendîn projeyên din di sektorên rê, elektrîk û tenduristiyê de di qonaxa cîbicîkirinê de ne.

Ji aliyekî din ve, îdareya parêzgeha Dihokê ji bo xweparastina ji metirsiyên lehiyê, kampanyayeke berfireh daye destpêkirin û tê de piraniya menhol û averêjan paqij kirine; herwiha hejmareke projeyên nû jî ji bo rêgirtina li çêbûna lehiyê tên cîbicîkirin.