PeyamaKurd - Yek ji lîstikvanê navdar û herî naskirî yê dîroka sînemaya Tirkiyeyê (Yeşilçam) Kadir Înanir, li nexweşxaneyeke Stenbolê ya ku ev demek bû tê de dihat dermankirin, di 77 saliya xwe de koça dawî kir.
Hat ragihandin ku hunermendê ku ev demeke dirêj bû bi nexweşiyên giran re têdikoşiya û 14ê Gulanê ji ber nexweşiya zatureyê rakiribûn beşa lênihêrîna dijwar û piştre jî hatibû entubekirin, îro jiyana xwe ji dest da.
Kadir Înanir di sala 1949an de li navçeya Fatsa ya Orduyê hatiye dinyayê û bi lîstikvaniya
Înanir di zêdetirî 180 fîlmên sînemayê û rêzefîlmên televîzyonê de wekî lîstikvan kar kiriye. Înanir herwiha di hin fîlmên derhêner û lîstikvanên Kurd ê navdar Yilmaz Guney de jî lîstikvanî kiribû.