PeyamaKurd – Li bajarê Aksarayê li ser rêya Aksaray-Konya, seet di 21.00an de minibusa ku karkerên demsale yên çandiniyê hildigirt, ji paş de li treylerekî xist û di encamê de 12 kes birîndar bûn ku rewşa 2 kesan ji wan di xeterê de ye.
Li ser agahdarkirina tîmên pêwendîdar, tîmên tenduristiyê, cendirme û îtfaiye çûn ciyê qezayê. Di nav 30 deqan de kesên di minibusê de asê mabûn wan derxistin.
Her 12 birîndaran bi ambûlansan birin nexweşxana perwerdê û lêkolînê ya bajarê Aksarayê lê rewşa 2 karkeran baş nîne.
Karkerên çandiniyê xelkê bajarê Rihayê ne ku çûne bajarê Ankara navça Polatliyê da ji bo debar xwe bikin, bixebitin.
Hersal bi deh hezarî jkarkerên çandiniyê diçin bajarên Anedolê da bixebitin û ji bo debara malbatên xwe pere qezenc bikin.