PeyamaKurd – Nivîskara şano û senarist Bilgesu Erenus, di 83 saliya xwe de koça dawiyê kir. Ji bo merasima cenazê wê, dê roja Şemiyê di 8ê Tebaxê de li dika Harbiye Muhsin Ertuğrulê dê merasima wê bibe.
Ragihandina wefata Bilgesu Erenus ji aliyê Şanoyên Bajêr yên Şaredariya mezin yên Îstenbolê de hat kirin. Şanoyên şaredariyê di ser hesabê xwe yê medya civakî ragihand ku Bilgesu Erenus bi berhemên xwe di wêjeya şanoya Tirkiyê de şopên girîng hiştiye.
Bigesu Erenus di sala 1943an de li bajarê Bilecikê li navça Gölpazarı hatiye dinyayê, perwerda xwe li zankoya Îstenbolê li Enstituya Rojnamegeriyê de kiriye, di TRTê de xebitiye û di seha nivîsa şanoyan, roman û senaryoyan de berheman nivîsandiye.
Erenus, di sendika Nivîskarên Tirkiyê de rêvebirî kiriye di wexta “Daxwaznama Rewşenbiran” de, yek ji wan bû ku daxwaznamê bir serokkomariyê.