PeyamaKurd – Wezareta Perwerdê ya Tirkiyê hevokên ku Kurd tê de derbas dibin ji nav pirtûka dîrokê derxistin.
Hat zanîn pirtûka dersê ya pola 9an a dîrokê ku tê de behsa derbasbûna miletan a îslamê dike, heyama misilmanbûna ereb, tirk û berberiyan derbas dibe, lê peyva kurd ku piştî ereban bûne yekem miletê misilman bûne ji nav pirtûkê hatiye derxistin.
Li ser vê yekê bang li Wezareta Perwerdê ya Tirkiyê tê kirin û eşkere bike, çima peyva Kurd ji na pirtûka orjînal hatiye derxistin û heger ev ne nijadperestî be sedema wê çi ye?
Heta niha jî hîn ti bersivek ji aliyê rayedaran ve li ser vê nehatiye dayîn.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin