PeyamaKurd - Iraq dixwaze ji mueyîdeyên Amerîka yên li ser Îranê bihê efûkirin û bi vê armancê şandeke Iraqê serdana Amerîka dike.
Li gorî nûçeyeke Reutersê, şandeke Iraqê serdana Amerîka dike û dê di hevdîtinên li gel berpirsên wî welatî de daxwazê ji Washingtonê bike, ku Iraq ji wan mueyîdeyên ku bi ser Îranê de tên sepandin, bihê efûkirin.
Tevî ku zanyarî li ser serdana şandeke Iraqî bo Amerîkayê di medyayên cîhanê de cih girtiye, lê heta niha dema wê serdanê nehatiye zanîn.
Berpirsekê Banka Navendî ya Iraqê li ser wê mijarê ragihandiye, hikûmeta Iraqê pilana wê yekê heye ku daxwaziyekê pêkêşî bepirsên Amerîkayê bike û jê bixwaze ku Iraq nekeve ber wan cezayên ku Amerîka bi ser wan welatan de disepîne, yên ku bi Îranê re bazirganiyê dikin.
Ofîsa Serokwezîrê Iraqê amade nebûye ti daxuyaniyan li ser wê mijarê bide.
Herwiha berpirsekê Wezareta Derve ya Amerîkayê ragihandiye, beriya niha serokê wî welatî Donald Trump peyamek daye welatên cîhanê ku dê Amerîka pabendî biryara xwe be, û dê hemû welatên cîhanê tevî hevbeşên xwe jî ceza bike, eger ku berdewam bin li ser pêwendiyên bazirganî yên bi Îranê re.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin