PeyamaKurd- Yek ji 4 sîtilên mezin yên dewleta Ûrartûyan ya ku navend bajarê Wanê bû, niha tê nûkirin û wê di muzeya Wanê de bixin pêşangehê. Sîtil gelek mezine û di dema ayînan de tê de xwarin dihat pahtin û datanîn ber deriyê ayîngehê.
Sîtil 2 sal berê li bajarê Rihayê di operasyoneka berhemên dîrokî de ku bi xwestibûn bi qaçaxî bifroşin, ketibû destê hêzên asayîşê. Hinek jê şikestibû û hinek jî wan yên ku karê defînê dikirin xerab kiribûn. Li ser kembera nexşandî 4 serên conega hene û berya merasimên ayînî datanîn ber perestgehê. 2 ji wan li Almanya ne û yek ji wan li Ankara li muze ya Medeniyetên Anadolê ye.
Niha ji aliyê arkeologan de tê tamîrkirin û wê bixin beşeka taybet ya muzeyê.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin