PeyamaKurd – Spîkerê berê yê Show TV yê Reha Muhtar bi sedema nexweşîna dilî li navça Bodrum a Egeyê koça dawî kir. Merasima cenazê wî li bajarê Îstenbolê hat kirin.
Di merasima cenaze de malbata wî, hezkirox û xebatkarên çapemeniyê hebûn. Bi sedema wesiyeta Muhtar jina wî ya berê Deniz Uğur neçû merasima cenaze.
Di merasima cenaze de ji malbata wî kurê wî Poyraz Deniz û keça wî ya manewî Ayşe Nazlı li ber serê cenaze bûn.
Di pêşkêşkirina xeberan de terzekî cuda yê Reha Muhtar hebû û gelek caran diket nav jiyana taybet ya mirovan û gelek kesan jî dêşand.