PeyamaKurd- Pêşengê Kurd Seyîd Riza, kurê wî Reşik Husên û hevalên wî ku 15ê Mijdara 1937an li Xarpêtê hatibûn darvekirin, li bajarê Dêrsimê yê Bakurê Kurdistanê hatin bibîranîn.
Hunermendên Dêrsimî di salvegera bidarvekirina Seyîd Riza û hevalên wî de, li Qada Seyîd Riza kom bûn û bi kilaman ew bi bîr anîn.
Di merasîma bîranînê de, Hevseroka DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari jî beşdarî kir.
Xelkê bi xemgînî û kovan guhdariya kilaman kir ku hunermendên Dêrsimî dibêjin ji bo bûyerên salên 1937-38an neyên jibîrkirin lidarxistina bernameyên bi vî awayî girîng e.
Hêjayî bibîrxistinê ye, 88 sal berî niha Komara Tirkiyeyê li Dêrsima Bakurê Kurdistanê komkujieyeke mezin li dijî Kurdên Elewî pêk anîbû. Roja 4ê Gulana 1937an li Parlamentoya Tirkiyeyê biryara “Tevgera Sirgûnkirin û Cezakirina Dêrsimê” (Tunceli Tenkil Harekâtı) hat dayîn û di çarçoveya wê biryarê de Komkujiya Dêrsimê hat kirin. Li gorî amarên fermî di komkujiyê de 13 hezar û 160 kes hatin kuştin û 11 hezar 818 kes hatin sirgûnkirin. Li gorî xelkê deverê jî zêdetirî 70 hezar kes hatine qetilkirin.
Rêberê serhildanê Seyîd Riza û hejmarek kesayetiyên navdar ên Dêrsimê 15ê Mijdara 1937an li Xarpêtê hatin bidarvekirin. Hê jî cihê gora Seyîd Riza û hevalên wî nehatiye eşkerekirin.