Weşana 33 salan a beşa Kurdî ya Dengê Amerîka bi dawî bû

Weşana 33 salan a beşa Kurdî ya Dengê Amerîka bi dawî bû

 PeyamaKurd – Ajansa nûçeyan a navneteweyî Dengê Amerîkayê (Voice of America -VOA) ku ji aliyê hikûmeta Amerîkayê ve tê fînansekirin tê girtin.

Dengê Amerîka bi 63 zimanan weşan dikir ku di nav de weşana Kurdî ya Soranî-Kurmancî jî hebû.

Karsazê Amerîkî Elon Musk ku bûyek ji şêwirmendên Serokê Amerîka Donald Trump û beşa Berhemdariya Hikûmetê (DOGE) birêve dibe, meha borî li ser hesabê platforma xwe ya Xê xwestibû VOA (Dengê Amerîka) bê girtin.

Hate ragihandin ku piştî wê daxwaza Elon Musk bûdceya VOAyê bi fermaneke nû ya Trump hat kêmkirin û ji doh 16ê Adarê ve jî weşana bi 63 zimanan a di nav de Tirkî, Kurdî, Farisî û Erebî jî heye hate rawestandin.

Beriya girtinê bi rêya e-mailê nêzîkî 1500 xebatkarên VOAyê heta demeke nediyar derketin destûrê.

Dengê Amerîka zêdetirî 80 sal in weşan dikir.

Beşa Kurdî 33 sal berê dest bi weşanê kiribû

Dengê Amerîka (Voice of America) di sala 1992an de, dest bi weşana bi zimanê kurdî kir. Ev xizmet piştî Şerê Kendavê yê yekem pêk hat û di destpêkê de tenê 15 xulekan weşana radyoyê bû. Paşê, ev weşan berfirehtir bû û bû xizmeteke girîng ji bo kurdên li Rojhilata Navîn û yên dîyasporaya Kurd.

Ev nivîs 75 car hatiye xwendin.