Ji Îsraîlê hişyarîya lezgîn: Bajarê Sûrê vala bikin

Ji Îsraîlê hişyarîya lezgîn: Bajarê Sûrê vala bikin

PeyamaKurd - Artêşa Îsraîlê ji bo bajarê Sûriyê yê Libnanê hişyariyeke lezgîn da û ji xelkê xwest, bajarê xwe û derdora wê vala bikin.

Berdevka Artêşa Îsraîlê Ella Waweya ragihand: "Hişyariyeke lezgîn ji bo xelkê bajarê Sûrê, di nav de taxa Mesîhiyan, kamp û taxên derdorê; ji bo silametiya we, em daxwazê ji we dikin ku hûn malên xwe vala bikin û ber bi bakurê Çemê Zehranî ve biçin."

Berdevka Artêşa Îsraîlê, sedema biryarê wekî encama binpêkirina agirbestê nîşan da û got: "Hizbulahê peymana agirbestê binpê kiriye û navxweya Îsraîlê kiriye armanc, ji ber wê yekê jî artêş neçar e ku bi hêz bersivê bide."

Hat destnîşankirin ku mayîna li nêzîkî çekdarên Hizbulahê, dezgehên wan an jî amûrên wan ên leşkerî jiyana sivîlan dixe xetereyê û hate gotin, her avahiyeke ku ji aliyê Hizbulahê ve ji bo armancên leşkerî bê bikaranîn, dê bibe armanca êrîşan.