PeyamaKurd – Pakistan yek ji wan dewletên dinyayê ye ku xwediyê çekên nuklerî û atomiye. Bi sedema Talîbana Pakistanê li ser axa Afganistanê baregehên xwe ava kiriye, muxalifê Pakistanêye û ji ser axa Afganistanê êrîşê Pakistanê dike, bi salaye di navbera her dû deweletan de nexweşiyên tund hene.
Pakistan, ji do de li ser sînorê Afganistanê li tesîsên leşkerî yên Afganistane dixe û balafiran bikartîne. Her weha Afganistanê bi çekên nuklerî tehdîd dike. Afganistan jî li ser kiryarên Pakistanê bersiva Pakistanê da. Fermandarê Talîbanê di televizyona Afganistanê de got:
“Eger Pakistan bi çekên xwe yên nuklerî û fuzeyên xwe pesnê xwe dide, yên me jî tabûren me yên ji xwekujên bombeyî hene.”
Wezîrê agahiyan yê Pakistanê Attaullah Tarar got k udi şer de ji aliyê Afganistanê 133 kes mirine û ji 200an zêdetir birîndarên Afganistanê hene.
Rêvebiriya Afganan jî got ku ji leşkerên Pakistanê 55 kes mirine. Şerê di navbera her dû dewletan de dewam dike.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin