PeyamaKurd – Di çarçoveya operasyona asmanî ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê de, îro li paytext Karakasê mala Wezîrê Parastinê yê Venezûelayê Vladimîr Padrino López rasterast bû hedefa bombeyan. Li gorî agahiyên ji herêmê, di vê êrîşê de teqemeniyên taybet ên ji bo hilweşandina stargehên bin erdê hatine bikaranîn û binesaziya leşkerî ya bajêr bi giranî hatiye seqetkirin.
Li asmanê paytextê helîkopterên şer ên Amerîkî yên modela AH-1Z Viper li bilindahiyeke nizm manevrayan dikin, ku ev yek li gorî pisporan nîşana hilweşîna pergala parastina hewayî ya Venezuelayê ye. Ji ber ku navendên fermandariyê û binesaziya ragihandinê ya artêşê hatine neçalakirin, tê ragihandin ku koordînasyona leşkerî ya welat bi temamî hatiye birîn û artêş di bersivdayînê de bêbandor maye.
Serokê Venezûelayê Nicolás Maduro ev êrîş wekî hewildaneke dagirkeriyê pênase kir û bang li gel û hêzên çekdar kir ku di çarçoveya rewşa awarte de seferber bibin. Tevî ku li bajêr tedbîrên tund hatine girtin û tevgera sivîlan hatiye sînordarkirin, heta niha derbarê rewşa tenduristiya Wezîr López û hejmara qurbaniyan de tu daxuyaniyeke fermî nehatiye belavkirin.