PeyamaKurd – Artêşa Lubnanê ragihand ku li parêzgeha Nabatiyeyê ya li başûrê Lubnanê amûrek sîxurî ya Îsraîlê ya bi kamerayan bêbandor kir.
Daxuyaniyek nivîskî ya artêşa Lubnanê diyar kir ku li herêmên başûrê Lubnanê ku Îsraîl êrîşên xwe lê didomîne, operasyonên lêgerîn û paqijkirinê têne kirin.
Daxuyaniyê destnîşan kir ku yekîneyeke leşkerî ya pispor di operasyonên li bajarokê Yarun, li ser sînorê Nabatiyeyê, amûrek sîxurî ya bi kamerayan tespît kir û bêbandor kir.
Tevî peymana agirbestê ya ku di Mijdara 2024an de hat kirin jî, artêşa Îsraîlê êrîşên hewayî û êrîşên carinan li başûrê Lubnanê didomîne.