Bahçelî û Sandeya DEM Partiyê li Meclisê civiyan: "Qonaxa duyemîn dest pê kir"

Dîroka Weşanê :
Bahçelî û Sandeya DEM Partiyê li Meclisê civiyan: "Qonaxa duyemîn dest pê kir"

PeyamaKurd – Şanda Îmraliyê ya Partiya DEMê, di çarçoveya tûra hevdîtinên xwe yên siyasî de li Parlamentoya Tirkiyeyê (TBMM) serdana Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî kir. Şandeya ku ji Pervîn Buldan, Mîthat Sancar û Faîk Ozgûr Erol pêk dihat, li ber deriyê Koma MHPyê ji aliyê Devlet Bahçelî û rayedarên partiyê ve hat pêşwazîkirin. Civîna ku nêzîkî 45 deqeyan dewam kir, bi peyamên girîng ên derbarê pêvajoya nû de bi dawî bû.

Piştî hevdîtinê Pervîn Buldan daxuyaniyek da û ragihand ku ew derbasî qonaxa duyemîn bûne û ji bo vê yekê pêdivî bi rêziknameyeke qanûnî heye ku divê ew jî "qanûna aştiyê" be. Buldan diyar kir ku wan nêrîn û hêviyên xwe bi Bahçelî re parve kirine û bawer dikin ku dê Serokê MHPyê piştevaniya xwe ya ji bo pêvajoyê bidomîne.

Devlet Bahçelî jî piştî civînê axaftineke kurt lê bi bandor kir. Bahçelî destnîşan kir ku Pervîn Buldan mijar bi zelalî rave kiriye û got: "Ez beşdarî her hevoka ku Xanim Pervînê gotiye dibim û piştgiriya wê dikim."