Berhem Salih bi berpirsên Tirkiyê û Barrack re civiya

Dîroka Weşanê :
Berhem Salih bi berpirsên Tirkiyê û Barrack re civiya

PeyamaKurd- Komîserê Bilind ê Penaberan di Neteweyên Yekbûyî X(NY) Dr. Berhem Salih, îro 29ê Çileyê serdana Tirkiyê kir û ligel Serokê Parlamentoya Tirkiyê Numan Kurtulmuş civiya.

Kurtulmuş piştî hevdîtinê ragihand ku wî ligel Berhem Salih hevdîtineke berhemdar pêk anîye û ji ber hilbijartina wî ya ji bo erka Komîseriya Bilind pîrozbahî lê kiriye.

Serokê Parlamentoya Tirkiyê kêfxweşiya xwe bo mazuvaniya Salih anî ziman û got, "Me bi Komîserê Bilind ê Penaberan ê Neteweyên Yekbûyî Berhem Salih re li Meclîsa xwe ya Birûmet hevdîtineke berhemdar pêk anî. Ji ber hilbijartina wî ya ji bo erka nû, min ew pîroz kir û min diyar kir ku em ji mazuvaniya wî ya li parlamentoyê kêfxweş in. Ez bawer dikim ku ew ê bi tecrubeya xwe ya siyasî ya di mijara penaberan de, di vê erkê de karên serkeftî bike; ez serkeftinê ji bo wî dixwazim."

Hêjayî gotinê ye, Berhem Salih ligel Wezîrê Derve yê Tirkiyê Hakan Fîdan û Balyozê Amerîka yê Tirkiyê û Nûnerê Karûbarên Sûriyê yê Amerîkayê Tom Barrack jî li Enqereyê hevdîtin pêk anî. Li gorî nirxandinan mijara vekirina deriyan bo alîkariyên mirovî ji bo xelkê Rojavayê Kurdistanê û bi taybet jî Kobaniyê hatiye rojevê.