PeyamaKurd - Rêberê nû yê Olî yê Îranê Mucteba Xamaney, di daxuyaniya xwe ya yekem de bal kişand ser polîtîkayên stratejîk û ragihand ku ew ji bo fişara li ser dijmin zêde bikin, girtina Tengava Hurmizê didomînin.
Xamaney destnîşan kir ku ew bi dostaniya cîranan bawer dikin û got: "Em tenê baregehan dikin armanc û heke em neçar bimînin, em ê vê yekê bidomînin." Herwiha diyar kir ku wan rê li ber hewildanên dabeşkirina welat girtiye û bi vî awayî yekparebûna Îranê parastiye.
Xamaney di axaftina xwe de peyamên tund dan û destnîşan kir ku ew ê tu carî ji tola xwîna şehîdan neyên xwarê û got: "Em ê tolhildana xwîna şehîdên xwe, bi taybetî şehîdên Mînabê, tu carî ji bîr nekin û dev ji daxwaza tolhildanê bernedin."