Dîmena yekem a Mucteba Xamaneyî hate belavkirin

Dîmena yekem a Mucteba Xamaneyî hate belavkirin

PeyamaKurd - Medyaya Îranê roja Şemiyê piştî bêdengiya nêzîkî pênc mehan, yekem dîmena Mucteba Xamaneyî belav kir ku piştî kuştina bavê wî Elî Xamaneyî di destpêka şer de wekî Rêberê Olî yê Îranê hatibû diyarkirin.

Derneketina Xamaneyî ya li pêşiya raya giştî, guman û nîqaşên li ser rewşa wî ya tenduristiyê û cihê wî zêde kiribûn.

Ajansa Nûçeyan a Mehrê ev tomara ku cara yekem belav dibe wekî "vîdeoya nû" ragihand.

Di dîmenan de Xamaneyî di civînekê de ligel xwendekarên xwe yên dersa olî de tê dîtin, lê belê ajansê derbarê dîrok, cih û mercên girtina vê vîdeoyê de ti zanyarî nedan.