Cîgirê serokkomarê Tirkiyê Cevdet Yılmaz: “Îxracata me ji 270 milyar dolarî derbas kir”

Cîgirê serokkomarê Tirkiyê Cevdet Yılmaz: “Îxracata me ji 270 milyar dolarî derbas kir”

PeyamaKurd –  Cîgirê serokkomarê Tirkiyê Cevdet Yılmaz piştî bi nûnerên karsazan re civiya, tevlî şîva fetarê ya ku ji aliyê şaxa AKPê ya Bajarê Meletiyê de hat dayîn, bû. Yılmaz, di şîvê de got ku Tirkiye welatekî afataye, erdhej rastiyekî Tirkiyê ye û weha got:

“Em welatekî afatane. Di nav 3 parzemînan de erdnîgariya me heye. Erdehej û fay rastiyên me ne. Îşê me ew e ku em li ser zemînên saxlem xaniyan ava bikin…”

Yılmaz, bi sedema erdheja bajarê Maraşê ku bandora zêde li bajarê Meletiyê kir û hem di sala borî de ji ber şertên Zivistanê, sermayê li darên mişmişên bajarê Meletiyê xist ku aboriya Meletiya perîşan kir. Ji ber bajarê Meletiyê %80 mişmişên dinyayê hildiberîne û îxracê welatên derve dike, hilberîner çûn ber îflasê.

Yılmaz balê kişand ser daxistina enflasyonê û got ku enflasyona Tirkiyê daketiye %30an û di daxistina enflasyonê de behsa rola Devlet Bahçeli kir ku pêvajoya aştiyê da destpêkirin û bergeha Tirkiyê destnîşan kiriye. Tılmaz di dewama axaftina xwe de got:

“Erdoğan, di hedefa Tirkiyâ bê teror de dimeşe. Em dikarin bi Tirk, Kurd, Laz, Çerkez Elewî û Sunniyên xwe ve Tirkiyekî mezin ava bikin. Ev bûye siyaseta Tirkiyê ku di bin serpereştiya Erdoğan de dimeşe û Bahçeli destekê didê. Ew tabûyên hebûn me şikand. Wê partiyên me car din werin cem hev. Li ser rapora komisyona partiyan ez sipasiya partiyên desthilat û muxalefetê tev dikim…”

Yılmaz, her weha behsa îxracata Tirkiyê kir ku miqdarê îxracatê ji 270 milyar dolarî derbas kiriye û divê di navbera îtxalatê û îxracatê de mêzênekî hebe.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin