PeyamaKurd- Di demeke ku xwepêşandanên nerazîbûnê li dijî rejîma Îranê li seranserê welat belav bûne de, Dozgerê Giştî yê Îranê Mihemed Miwehîdî Azad, gefa darvekirinê li xwepêşanderan xwar.
Mihemed Miwehîdî Azad, bi rêya televîzyona fermî ya dewletê ragihand ku beşdarbûnên di nerazîbûnên vê dawiyê de wê rastî cezayê yasayê yê herî tund werin ango xwepêşander wekî bi tohmeta ‘dijminatiya Xwedê’ bên darizandin ku sizayê wê jî darvekirin e.
Hêjayî gotinê ye, ev daxuyanî piştî gefên Rêberê bilind ê Îranê Elî Xamineyî û berpirsên din ên payebilind ên Îranê hate dayîn ku mebest tirsandina xwepêşanderan e.
Di xwepêşandanên ji 28ê Kanûna 2025an dest pê kirine û heta niha didomin de, herî kêm 65 kes hatine kuştin, bi sedan birîndar hene û bi hezaran welatî jî hatine binçavkirin.