DYA û Sûriye dest bi operasyoneke hevbes li dijî DAISê kirin

Dîroka Weşanê :
DYA û Sûriye dest bi operasyoneke hevbes li dijî DAISê kirin

PeyamaKurd – Piştî êrîşa li ser hêzên Amerîkî li Sûriyeyê ku du leşkerên Amerîkî û wergêrekî sivîl kuştin, hêzên ewlehiyê yên Sûriyeyê û Hevpeymaniya Navneteweyî ya bi serokatiya Amerîkayê operasyoneke hevbeş li dijî şaneyên veşartî yên DAIŞê dest pê kirin.

Wezareta Karên Hundir a Sûriyeyê ragihand ku operasyona ku roja Yekşemê dest pê kir, bi hevrêziyeke tevahî bi hêzên hevpeymaniyê yên bi serokatiya Amerîkayê re tê meşandin.

Rayedarên Wezaretê ragihandin ku sê kesên ku guman tê kirin ku bi êrîşê ve girêdayî ne, di çarçoveya operasyona ewlehiyê ya li çola Sûriyeyê de li herêma Tedmur a parêzgeha Humsê hatine girtin.

Di bûyera roja Şemiyê de, ku hikûmeta Şamê wekî "êrîşeke terorîstî" bi nav kir, du leşkerên Amerîkî û wergêrek hatin kuştin.