Hevdîtinên DYA û Îranê qediyan û wê civîna bê, li Viyana be

Hevdîtinên DYA û Îranê qediyan û wê civîna bê, li Viyana be

PeyamaKurd – Civîna 3yem ya navbera DYA û Îranê li welatê Îsvîçre, li bajarê Cenevre çêbû û civîn bi dawî hat. Her dû teref biryarê dan ku civîna 4em dê li payîtxeta Avusturya li bajarê Viyana çêbibe.

Tê gotin ku di hevdîtinê de pêşdeçûn hene. Wezîrê karên derve yê Ummanê Seyid Bedir bin Hamad Al-Busaidi, piştî muzakere qediyan, di ser hesabê xwe yê medya civakî de, sipasiya heyetên hevdîtinê û Ajansa Atomê ya navdewletî (UAEA) û xwediyê malê Îsviçre kir. Al-Busaidi got:

“Piştî di navbera DYA û Îranê de pêşdeçûnên girîng çêbûn, me hevdîtinê temam kir. Wê her dû teref li welatên xwe şêwra xwe bikin û em ê car dim bi hevre bicivin. Hevdîtinên di asta bilind de, di hefta bê de, wê li Viyana bibin.

Li gor xeberên di çapemeniya Îranê de, hinek serikên hevdîtinê temam kirine û zelal kirine. Hat gotin ku ûranyûma di destê Îranê de, wê neşînin ti welatekî dinê û daxwaza bi wî rengî red kirine.

Di hevdîtinan de Îranê daxwaz kiriye ku givaşên ser Îranê yên NY bên rakirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin