PeyamaKurd – Rêveberiya Agahdariya Enerjiyê ya DYA (EIA) ragihand ku hefteya borî hinardekirina petrola Iraqê bo DYA kêm bûye.
Li gorî EIA, her çend hefteya borî rojane 4,332,000 bermîl petrol ji 9 welatan dihat hinardekirin jî, ev hejmar hefteya borî 1,335,000 bermîl zêde bû û gihîşt 5,667,000 bermîlan.
Hinardekirina petrola Iraqê bo DYAyê 228,000 bermîl kêm bû, ji 357,000 bermîl di rojê de di hefteya borî de gihîşt 129,000 bermîl di rojê de.
Kanadayê rojane 4,121,000 bermîl hinardeyî DYAyê kir, piştre Erebistana Siûdî bi 353,000 bermîl, Meksîka bi 306,000 bermîl û Kolombiya bi 209,000 bermîl hatin.
Amerîkayê ji Brezîlyayê rojane 168 hezar bermîl, ji Nîjeryayê rojane 162 hezar bermîl, ji Venezuelayê rojane 120 hezar bermîl û ji Lîbyayê rojane 99 hezar bermîl petrol îtxal dikir.