PeyamaKurd- Piştî hişyariyên tund ên Serokê Amerîkayê Donald Trump, Serokê Meclisa Îranê Mihemed Baqir Qalîbaf ragihand ku heke Amerîka êrîş bike, ew ê baregehên leşkerî yên Amerîka û Îsraîlê bikin armanc.
Qalîbaf xîtabî parlementeran kir û bersiveke tund da daxuyaniyên dawî yên Washingtonê.
Qalîbaf destnîşan kir ku Îran li hemberî her êrîşeke leşkerî amade ye û wiha got: "Heke Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) êrîşeke leşkerî bibe ser welatê me, hem navendên leşkerî û deryayî yên Amerîkayê û hem jî yên Îsraîlê yên li herêmê, ji bo me dê bibin armancên rewa."
Serokê Meclîsê herwiha protestoyên li welatê xwe jî nirxand û îdia kir ku ev çalakî ji aliyê hêzên derve ve tên birêvebirin. Qalîbaf got ku Amerîka û Îsraîl piştgiriyê didin xwepêşanderan û wiha dewam kir: "Wan terorîstên navxweyî xistine dewrê. Em niha li dijî terorîstan şer dikin."
Serokê Amerîkayê Donald Trump di 9ê Çileyê de diyar kiribû ku ew rewşa Îranê ji nêz ve dişopînin û hişyarî dabû serokên Îranê û gotibû: "Ez ji serokên Îranê re dibêjim; hûn gule bernedin ser xwepêşanderan çêtir e, ji ber ku heke hûn gule berdin, em ê jî dest bi gulebaranê bikin."
Herwiha Trump gotibû ku gelê Îranê niha zêdetirî her demê li benda "azadiyê" ye.