Îran: Me li keştiya balafirên Amerîkî xist

Dîroka Weşanê :
Îran: Me li keştiya balafirên Amerîkî xist

PeyamaKurd - Pasdarên Şoreşa Îranê ragihand ku wan bi çar moşekên balîstîk keştiya balafiran a Amerîkî USS Abraham Lincoln hedef girtiye.

Îran êrîşên xwe yên tolhildanê li dijî êrîşên Amerîka û Îsraîlê yên ku bûn sedema mirina Ayetullah Elî Xameneyî didomîne.

Di vê çarçoveyê de, operasyonek girîng hate kirin.

Di daxuyaniyekê de ji aliyê Pasdarên Şoreşa Îranê ve hate ragihandin ku keştiya balafiran a Amerîkî USS Abraham Lincoln hatiye hedefgirtin.

Hat diyarkirin ku di êrîşê de 4 moşekên balîstîk hatine bikaranîn.