Li Almanyayê ji bo girtina Ehmed Şera bangawazî hat kirin

Dîroka Weşanê :
Li Almanyayê ji bo girtina Ehmed Şera bangawazî hat kirin

PeyamaKurd – Şaxê Almanyayê yê Komeleya Parastina Neteweyên Di bin Gefê de (GfbV), bi nameyeke fermî ji hikûmeta Almanyayê daxwaz kir ku serdana Serokê Demkî yê Sûriyê Ehmed Şera (Ebû Mihemed el-Colanî) ya bo Almanyayê were betalkirin.

Komeleyê diyar kir ku wan li dijî Şera giliyên hiqûqî pêşkêşî Dozgerê Giştî yê Almanyayê kirine û daxwaza girtina wî dikin.

Ev daxwaz piştî êrîşên hêzên çekdar ên li ser taxên Kurdan ên Helebê, Şêx Meqsûd û Eşrefiye hat ku di encamê de gelek welatiyên Kurd hatin şehîdkirin û tax hatin dagirkirin.