Li Xezeyê pevçûnên navxweyî: Hemas û komên çekdar bi hev ketin

Dîroka Weşanê :
Li Xezeyê pevçûnên navxweyî: Hemas û komên çekdar bi hev ketin

PeyamaKurd – Tevgera Hemasê cara yekem li ser erdê bi awayekî rasterast bi komên çekdar ên herêmî re şer kir. Şer duh li taxa el-Tuffah a li rojhilatê bajarê Xezeyê qewimîn. Li gorî agahiyan, ev şer di navbera endamên Hemasê û komeke çekdar a bi serokatiya Ramî Halas de derketiye.

Tê gotin ku koma Halasa ku li herêmên bin kontrola Îsraîlê de tevdigere, di rojên dawî de zextên xwe li ser xelkê sivîl zêde kirine û herî kêm du kes kuştine. Çavkaniyên herêmî ji medyaya navneteweyî re ragihandin ku pevçûn zêdetirî 20 deqeyan dom kiriye piştî ku çekdarên Halas ber bi xaçerêya Sanfûrê ve bi pêş ve çûne.

Xaleke balkêş a vê bûyerê jî ew e ku di dema pevçûnan de dronên Îsraîlê li ser herêmê difiriyan. Hat ragihandin ku piştî qedandina şerê li ser erdê, balafirên bêmirov ên Îsraîlê xaniyên li wê herêmê bombebaran kirine. Ev pevçûn nîşan didin ku li gel şerê derve, aloziyên navxweyî û ewlehî li hundirê Xezeyê jî giran dibin.