Netanyahû: Ez ê alîkariya Amerîkî bînim sifirê

Dîroka Weşanê :
Netanyahû: Ez ê alîkariya Amerîkî bînim sifirê

PeyamaKurd- Serokwezîrê Îsraîlê Binyamin Netanyahû di hevpeyvîna ligel Kovara Ekonomîstê de got ku ew hêvî dike di nava deh salên bê de girêdayîna Îsraîlê ya bi alîkariyên leşkerî yên Amerîkayê re "gav bi gav kêm bike".

Netanyahû bal kişand ser girîngiya serxwebûna leşkerî û destnîşan kir ku divê Îsraîl êdî nebe hewcedarê alîkariyên biyanî.

Netanyahu got: "Ez dixwazim di nava deh salan de alîkariyên leşkerî gav bi gav kêm bikim." Dema ku ji wî hat pirsîn ka gelo ev tê wê wateyê ku ev alîkarî "bi demê re wê dakevin asta sifirê", Netanyahû bi kurtî bersiva "Erê" da.

Hêjayî gotinê ye, Îsraîl niha yek ji wan welatan e ku herî zêde alîkariya leşkerî ji Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) werdigire. Armanca Netanyahû ya ji bo sifirkirina vê alîkariyê, ew e ku Îsraîl dixwaze di warê parastinê de bibe hêzeke têra xwe bike.

Her çend ev daxuyanî di qada navneteweyî de deng vedabe jî, tê pêşbînîkirin ku pêvajoya kêmkirina alîkariyê wê girêdayî rewşa ewlehiyê ya li Rojhilata Navîn be.