PeyamaKurd – Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu diyar kir ku destûr nayê dayîn ku Hizbullah gefê li Îsraîlê bixwe û wê berdewam bike ku "her tiştê pêwîst bike" da ku pêşî li vê yekê bigire.
Di daxuyaniyekê de berî civîna heftane ya kabîneya xwe, Netanyahu îdia kir ku di êrîşên artêşa Îsraîlê yên li ser başûrê Lubnanê de doh Hizbullah hatiye hedefgirtin.
Netanyahu bi gotina ku destûr nayê dayîn ku Hizbullah gefê li Îsraîlê bixwe û wê berdewam bike ku "her tiştê pêwîst bike" da ku pêşî li vê yekê bigire, destnîşan kir ku êrîşên li ser başûrê Lubnanê wê berdewam bikin.
Îsraîl êrîşên xwe yên li ser başûrê Lubnanê didomîne, peymana agirbestê ya ku di 27ê Mijdara 2024an de hatiye îmzekirin binpê dike.
Netanyahu herwiha diyar kir ku ji dema ku agirbest di 10ê Cotmehê de ket meriyetê, wan li Xezzeyê gelek êrîş kirine, wekî ku li Lubnanê kirine. Serokwezîrê Îsraîlê îdia kir ku Hamas agirbest binpê kiriye û di bersivê de, wan doh li dijî endamên Hamasê li Xezzeyê êrîş kirin.