PeyamaKurd- Serokkomarê Îranê Mesûd Pizişkiyan, derbarê kuştina rêberê olê yê Îranê Ayetullah Elî Xamaney de daxuyaniyek nû weşand û got: "Ev sûcê mezin dê qet bê bersiv nemîne. Em ê kiryar û fermanberên vê tawanê bişewitînin û wan poşman bikin."
Serokomarê Îranê Mesûd Pizişkiyan, piştî ku rêberê olî Ayetullah Elî Xamaney di êrîşên Amerîka û Îsraîlê de jiyana xwe ji dest da, daxuyaniyeke nivîskî parve kir. Pizişkiyan destnîşan kir ku ew ê li hemberî kuştina Xamaney bêdeng nemînin û wiha got: "Ev sûcê mezin dê qet bê bersiv nemîne û di dîroka cîhana Îslamê û Şîatiyê de rûpeleke nû vebike. Xwîna pak a rêberê pilebilind wekî kaniyekê biherike û dê koka zext û tawanên Amerîkî-Siyonîst rake."
"Em ê wan poşman bikin"
Pizişkiyan careke din dubare kir ku Amerîka û Îsraîl dê berdêla vê yekê bidin û wiha berdewam kir:
"Vê carê jî, bi hemû hêz û biryardariya xwe, bi piştgiriya ummeta Îslamê û mirovên azad ên cîhanê, em ê kiryar û fermanberên vê sûcê mezin poşman bikin."
Şîna giştî û betlaneya fermî
Pizişkiyan her wiha ragihand ku ji ber mirina Xamaney li welat 40 roj şîna giştî û 7 rojên betlaneya fermî hatine îlankirin.