PeyamaKurd – Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ragihand ku 75 wesayîtên hewayî yên bêmirov (UAV) yên Ukraynayê li herêmên cuda, tevî Moskowê, ji aliyê pergalên parastina hewayî ve hatine xistin xwarê.
Wezaretê diyar kir ku artêşa Ukraynayê êrîşeke bi dron li ser axa Rûsyayê kiriye.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku 75 UAV di şevekê de ji aliyê pergalên parastina hewayî ve hatine hilweşandin, ku ev yek nîşan dide ku ew li ser gelek herêman, tevî Moskowê û li ser Deryaya Reş hatine xistin.
Waliyê Herêma Moskowê Andrey Vorobyov, di daxuyaniyekê de li ser medyaya civakî tekez kir ku santrala elektrîkê ya Shatura ji aliyê êrîşeke bi dron ve hatiye xistin û got, "Çend UAV li santralê ketin. Agir di santralê de derket û hatiye kontrolkirin. Xizmetên awarte xebatên xwe didomînin."
Vorobyov ragihand ku wan elektrîka bajarê Shatura vegerandiye û rewş di bin kontrolê de ye.
Waliyê Herêma Ryazanê Pavel Malkov jî diyar kir ku ji ber ketina parçeyên droneya bêmirov a ku ketibû xwarê, li kargehekê li herêmê şewat derketiye û tu kes nemiriye.