Riza Pehlewî bang li xwepêşanderan kir: Kolanan neterikînin

Dîroka Weşanê :
Riza Pehlewî bang li xwepêşanderan kir: Kolanan neterikînin

PeyamaKurd- Kurê Şahê Îranê yê berê, Riza Pehlewî, bi peyameke vîdyoyî bang li xwepêşanderên li Îranê kir ku hebûna wan a wêrekî û biryardarî, rejîma Elî Xameneyî bi awayekî cidî lawaz kiriye.

Riza Pehlewî destnîşan kir ku li gorî raporên pêbawer, hêzên ewlehiyê di tepisandina gel de zehmetiyan dikişînin û gelek leşker û polîsan cihên xwe terikandine an jî fermanên li dijî gel red kirine.

Pewlewî bang li welatiyên Îranê kir ku "kolanan neterikînin" û got ku tenê komeke hindik a tîmên kirêkirî li dora xeta tundiyê ya Xameneyî mane.