PeyamaKurd – Serokkomarê Iraqê Dr. Ebdulletîf Cemal Reşîd, derbarê geşedanên dawî û zêdebûna alozî û pevçûnên li bajarê Helebê yê Sûriyeyê daxuyaniyek belav kir. Reşîd di daxuyaniya xwe de fikarên kûr ên Iraqê anî ziman û bang li hemû aliyên şer kir ku xweragir bin û ji tundûtûjiyê dûr bisekinin.
Serokkomar Reşîd destnîşan kir ku Iraq pêşketinên li welatê cîran Sûriyeyê "bi fikareke mezin" dişopîne û da zanîn ku berdewamiya vî şerî ne di berjewendiya tu aliyekî de ye. Reşîd di peyama xwe de weha got:
Em bang li aliyan dikin ku vegerin ser maseya danûstandin û pirsgirêkan bi rêyên aştiyane çareser bikin, ji ber ku berdewamiya şer dê bibe sedema qurbaniyên zêdetir."
Di berdewamiya daxuyaniyê de, Serokkomarê Iraqê bi taybetî bal kişand ser rewşa mirovî û parastina sivîlan. Reşîd fikarên xwe yên derbarê ewlehiya jin û zarokan de anî ziman û diyar kir ku aştî û diyalog yekane rêya çareseriyê ne.
Serokkomar Ebdulletîf Cemal Reşîd di dawiya peyama xwe de ragihand ku Iraq amade ye piştgiriyê bide her destpêşxeriyekê ku bibe sedema kêmkirina aloziyan û aramiyeke mayînde li herêmê pêk bîne.