PeyamaKurd – Serokê Amerikayê Donald Trump roja Înê di civîna rojnamevanan de li ser pirsa peyamnêrê Rûdawê Diyar Kurda got ku ew bi lîderên Iraqê re li hev dike.
Bersiva Trump ket wexta ku nûnerê wî yê taybet û hem balyozê Ankara û nûnerê wî yê bo Sûriyê Tom Barrack li Bexdayê bo çareseriya serokwezîrtiya Iraqê li Bexdayê ye.
Barrack, niha li Bexdayê dîpolomasiya bi serpereştên Iraqê re dide dewam kirin. Barrack li Bexdayê bi serokwezîrê niha yê Iraqê bi Muhammed Şiya Sudani û serokê koalisyona Dewleta Yasayî bi Nuri el-Maliki re hevdîtin kir. DYA li dijî namzediya Malikî ya ji bo serokwezîrtiya Iraqê dertê.
Encama hevdîtinên Barrack di pêşde wê bêhtir zelal bibe bê bi serpereştan re bo serokwezîretiya Iraqê çi axifiye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin