PeyamaKurd – Çapemeniya Amerîkayê ragihandiye ku serokê DYAyê Trump nûnerê xwe yê taybet yê Rojhilata Navîn Steve Witkoff, di dawiya hefta borî de şandiye cem kurê şahê Îranê yê berê, cem kurê Mihemed Riza Pehlewî yê mezin cem Riza Pehlewî. Hevdîtina wan bi dizî hatiye kirin.
Di hevdîtinê de li ser rûdan û pêşdeçûnên li Îranê axifîne û Pehlewî dixwaze car din dagere Îranê û bo hukumetekî demkî serpereştiyê bike. Lê çapemenî dibêje ku Trump ti sozekî nedaye Pehlewî.
Wê çi encam ji têkiliyên bi kurê şah re derê nayê zanîn lê 6 milletên li Îranê, ji rejîma şahê berê razî nînin û naxwazin car din şah bibe bela serê wan.