YEyê bang li Şam û HSDê kir: Bilez dest bi diyalogê bikin

Dîroka Weşanê :
YEyê bang li Şam û HSDê kir: Bilez dest bi diyalogê bikin

PeyamaKurd- Yekîtiya Ewropayê (YE) di demeke ku alozî û êrîşên ser taxên Helebê yên Kurd didomin de, bang li Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê û Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) kir û xwest, piştî pevçûnên bixwîn ên li Helebê, diyaloga siyasî ji nû ve bidin destpêkirin.

Berdevkê YEyê di daxuyaniyekê de got, "YE banga rawestandina şer û pevçûnên li derdora Helebê dike û banga parastina sivîlan di her demê de û hêsankirina gihandina alîkariya mirovî dike."

Berdevkê YE diyar kir, "Em ji hemû aliyan dixwazin ku agirbesta ku îro hatiye ragihandin bicih bînin û bi lez diyaloga siyasî ji bo çareseriyek siyasî ji nû ve bidin destpêkirin."