PeyamaKurd – Li Îranê helîkoptera ku wezîrê sporê û ciwaniyê Hamid Seccadî tê de bû, di wexta ku xwe datanî bajarê Baftê, helikopter ket. Li gor ragihandina ajansa fermî ya Îranê IRNA yê, wezîr Seccadî û kesên ku pê re bûn, dema helîkoptera ku wan hildigirt xwe datanî eyaleta Kirmanê, bajarê Baftê, nav kompleksekî sporê, pîlot kontrola xwe wenda kir û helikopter ket.
Kesên di helîkopterê de bûn her yek bi sivikayî birîndar bûye, wan birine nexweşxanê û niha tên dermankirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin