PeyamaKurd – Li gorî daxuyaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, îro Duşemê, (17.02.2025) Serokwezîr Mesrûr Barzanî pêşwaziya Cîgirê Wezîrê Derve yê Îranê Mecîd Text Revançî kir.
Di hevdîtinê de pêşhatên dawî yên Iraq û herêmê û bipêşxistina peywendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Komara Îslamî ya Îranê hatin gotûbêjkirin.
Her du aliyan tekezî li ser bipêşxistina peywendiyên dualî bi taybetî di warê aborî de û zêdekirina danûstandinên bazirganî yên li ser bingeha berjewendiyên hevbeş kir.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin