PeyamaKurd- Li gorî agahiyên ji Ofîsa Serok Mesûd Barzanî hatin ragihandin, Serok Barzanî îro pêşwazî li şandeke Wezareta Karên Derve ya Hindîstanê kir. Hat ragihandin ku di vê hevdîtinê de pêwendî û dostaniya gelê Kurd û gelê Hindîstanê bi dîrokî û dêrîn pênase kir.
Di agahiyên hatin ragihandin de hat diyarkirin ku Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Wezareta Karên Derve ya Hindîstanê kir ku ji Cîgirê Wezîrê Derve yê Hindîstanê Dr. Ewsaf Seîd, Balyozê Hindîstanê yê Iraqê Brashant Peasey û Konsulê Hindîstanê yê Hewlêrê Subhash Chandra Kane pêk tê.
Hat zanîn ku Serok Barzanî daxwaza welatê xwe ji bo pêşxistina pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Hindîstanê di warên teknolojî, bijîşkî, zanistî, akademî û perwerdehiyê de nîşan da.
Her wiha hat eşkerekirin ku di hevdîtinê de qal hat kirin ku aramiya Herêma Kurdistanê, Iraq û Rojhilata Navîn ji bo Hindîstanê girîngiyeke wê ya taybet heye.
Li gorî hat ragihandin, di hevdîtinê de Serok Barzanî pêwendî û dostaniya di navbera gelê Kurd û gelê Hindîstanê de bi dîrokî û dêrîn bin nav kir û piştgîriya xwe ji bo berfiretirkirina pêwendiyên di navbera herdu aliyan dubare kir.
Her wiha hat zanîn ku rewşa navçeyên erdhej lê rû daye yên Tirkiye û Suriyeyê û pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal a Iraqê jî mijarên din ên hevdîtinê bûn.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin