PeyamaKurd- Serdozgerê Almanya Peter Frank, bi rêya rojnameya Welt am Sonntagê îdia kir ku wan delîl dîtine ku Rusya li Ukraynayê tawanên şer kirine.
Almanyayê, bi îdiaya “sed” delîl berhev kirine ku hêzên Rusyayê, li Ukraynayê tawanên şer kirine, bang li hewildaneke navneteweyî kir da ku rêber radestî daraz û dadgehê bên kirin.
Serdozger Peter Frank, di daxuyaniya ku da rojnameyê de got ku "Em niha li ser kuştinên komî yên li Bucha û êrîşên li ser binesaziya sivîl a Ukraynayê disekinin."
Serdozger da zanîn ku piraniya delîlan, di hevpeyvînên bi penaberên Ukraynayî de hatine bidestxistin û eşkere kir ku niha armanc ew e ku "amadekirina dozek muhtemel e ku paşê li Almanyayê yan bi hevkarên me yên biyanî re yan li dadgehek navneteweyî were vekirin."
Ji Ofîsa Frank hat ragihandin ku bêyî ku lê bê nihêrtin bê ka li ku derê pêk hatiye, erka rêgeza gerdûnî ya hinek tawanên giran, beriya niha ji bo tawanên di dema şerê navxweyî yê li Suriyeyê pêk hat de li dijî zilma ku dihat kirin, hatiye bikaranîn.
Hat diyarkirin ku li gorî heman prensîbê, komek ji xelkê Myanmarê meha borî li Almanyayê gilî kiribûn û artêşa welatê xwe bi jenosîd, tawanên cengê û tawanên dijî mirovatiyê tawanbar kiribûn.
Frank diyar kir ku ofîsa wî, di Adara 2022yan de dest bi lêpirsîna Ukraynayê kiriye û got,
"Em di lêpirsînê de ne kesên taybet dikin hedef, bes delîlan berhev dikin.” û diyar kir ku darizandina tawanên şer ên gumanbar ên li Almanyayê, encax ku li welêt bin, pêkan e.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin