Ji Biden daxuyaniya erdhejê: Ev erdheja…

Ji Biden daxuyaniya erdhejê: Ev erdheja…

PeyamaKurd – Serokê Amerîkayê Biden derbarê 2 erdhejên mezin ên Mereşê da wiha got: "Ev erdheja herî mezin a 100 salên dawî ya herêmê ye." .

Biden li Wisconsin axivî û diyar kir, serdana wî ji bo planên xwe yên aborî şirove bike hatiye lidarxistin.

Biden di destpêka axaftina xwe de da zanîn, fikir û duayên gelê Amerîkayê li gel kesên ku ji erdhejê bandor bûne re ye û wiha got: "Ev erdheja herî mezin a 100 salên dawî ya herêmê ye."

Biden got, "Erdhej gelek bi hêz bû, piştî erdhejê dimdar û erdhejeke duyemîn jî çêbû." Wî got, fikrên wî bi kesên ku bi vê trajediyê bandor bûne re ne.

"Artêşa Amerîkayê ji bo alîkariyê amade ye"

Biden eşkere kir, piştî erdhejê telefonî Erdogan kiriye û got, Amerîkayê di serî de bi tîmên lêgerîn û rizgarkirinê, piştgiriya xwe ya tevahî pêşkêşî Tirkiyeya hevalbendê NATOyê kir.

Joe Biden got, Ajansa Pêşketinê ya Navneteweyî ya Amerîkayê û artêşa Amerîkayê ya li Ewropayê jî ji bo alîkariya herêma erdhejê ya li Tirkiyeyê amade ne.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin